Alîkarê Waliyê Cewîzcanê Ebdurehman Mehmûdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gihştine laşê 53 kesên ku di lehiyê de çûne û bi dehan kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku ji duh êvarê ve, li bajarê Cewîzcana bakurê Efganistanê bê navber baran dibare û di encama barana guj de lehî rabû û 53 kes di lehiyê de mirin.
Mehmûdî got ku ji miriyan 15 kes zarok in û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, lê belê tirsa wan ew e ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Mehmûdî diyar kir ku ji ber barana guj û lehiyê gelek kes di cih û warên xwe de asê mane û kesên ku karibûne derbikevin li ser banê xaniyan jî bi balafiran hatine xilaskirin.
Mehmûdî da zanîn ku ji ber lehiyê di gelek avahiyan de xisar pêk hatiye û ji ber vê yekê zêdetirî 3 hezarî kes bê xanî mane û niha ji bo van dest bi xebatên bicihkirinê kirine.