Li hin herêmên Efganistanê operasyon hatin kirin û di encama operasyonan de 86 milîtanên Rêxistina Talibanê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawiyê de di operasyonên ku li Belx, Kandehar, Zabîl, Paktîka, Herat, Badgîs, Kapîsa û Helmandê hatin kirin de 86 milîtanên Rêxistina Talibanê hatin kuştin û 62 milîtan jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di operasyonan de gelek madeyên teqemeniyê hatin bidestxistin, 6 milîtan hatin binçavkirin, 6 bombeyên ku bi destê milîtanên Talibanê li Kandehar, Cewîzcan û Heratê hatibûn bicîkirin jî hatin teqandin.
Di van demên dawiyê de êrîşên Rêxistina Talibanê zêde bûn û li ser vê yekê hêzên Efganistanê operasyonên berfireh dabûn destpêkirin.
Talibanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Necraba navçeya wîlayeta Kapisayê 2 polês kuştin û li hin herêmên Efganistanê jî operasyon kirin û di encama operasyonan de gelek leşkerên artêşê û leşkerên xerîb kuştin.