Hat ragihandin ku balafireke şer a artêşa Sûriyeyê di ser bajaroka Reqayê de bombe barand û di encama êrîşê de 30 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Konseya Şoreşa Gişkî ya Sûriyeyê (KŞGS) sitand, balafireke şer a rejimê êrîşî Reqaya ku di destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ye kir û di encama êrîşê de bombe di ser xaniyên sivîlan de ketin û 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê gelek xanî hilşiyan û di gelekên wan de jî xisar çêbû. Ekîbên parastina sivîlan ji bo ku mirî û birîndaran ji bin xweliyê derxin dixebitin.
Ev du sal e bajaroka Reqa di destê DÎŞIyê de ye.