Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê, bi bombeyên warîlê yên ku di nav de "gaza klorê" heye êrîşê Serakîpa navçeya Îdlibê ya ku di kontrola mixalîfan de ye kir.
Nêzî 40 kesî di bandora klorê de man.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) ku berpirsiyarê aliyê mixalif e, daxuyand ku firokeyên artêşa Sûriyeyê, bi bombeyên warîlê yên ku di nav de "gaza klorê" jî heye êrîşê Serakîpa navçeya Îdlibê ya ku di kontrola mixalîfan de ye kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di nav de jin û zarok bi tevahî 40 kes di bin bandora gaza klorê de man û kesên ku di bandora gazê de man, birin nexweşxaneyên li navçeyê.
Serokê Mixalifên Sûriyeyî û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger Xalid Hoca, roja pênşemê daxuyandibû ku, herçiqasî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî(KENY) gaza klorê qedexe kiribe jî, hêzên rejimê vê bikartînin, divê KENY bê deng nemîne û di vê mijarê de gavan biavêje.