BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytexta Iraqê êrîşa bibombe hat kirin, di encama êrîşê de 28 kes mirin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin girtin, 2 wesayîtên bombebarkirî di heman demê de li nêzîkî mitînga hilbijartinê hatin teqandin. Piştî teqînê çalakvanekî xwekujiyê ket nav qelebalixa mitîngê û bombeyên li ser xwe teqand.
Herwiha di bûyeran de 28 kes mirin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn. Gel ji ber bûyer û teqînan tirsiya. Berpirsiyaran got ku gelek kesên birîna wan giran e hene û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.