KABÛL
Li Kabûla paytextê Efganistanê bi erebeyeke bombebarkirî ve êrîşî qefîleya NATOyê kirin, di encama êrîşa xwekujiyê de 3 endamên Hêzên Piştevanî û Ewlekariyê ya Navneteweyî (ISAF) hatin kuştin.
Di daxuyaniya ISAFê ya nivîskî de wiha hat gotin: "Li Kabûlê piştî êrîşa dijminan 3 endamên ISAFê hatin kuştin. ISAF û rayedarên Efganistanê li ser bûyerê lêkolînan dikin."
ISAFê der barê nasnameya kesên ku di êrîşê de hatin kuştin de agahî neda.
Li gor agahiyên ku Wezareta Karên Navxweyî da, di bûyerê de 13 sivîl birîndar bûn.
Wezaretê diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e û berpisiyarê vê bûyerê talibanê. Wezaretê êrîş şermezar kir û eşkere kir ku piştî bûyerê 17 erebe bûn xurde.
Ji şahidên bûyerê Hamatullah Amirî jî wiha got:
"Min li dewsa bûyerê cesedê 10 leşkerên xerîb jimart û gelek kes jî birîndar bibûn. Camên dikanên dûr jî şikestin."