Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir ku di mijara serxwebûnê de bibiryar in û wiha got: "Em dev ji serxwebûnê bernadin. Bila ev wiha were zanîn."
Barzanî li Dihokê çû serdana penaberan. Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya serokatiya Kurdistanê de hat weşandin Barzanî bi Waliyê Dihokê û rayedarên herêmî re hal bal hev. Hat destnîşan kirin ku Barzanî di axaftina xwe ya di civînê de got ku dê dev ji referandûma serxwebûnê bernedin.
Barzanî diyar kir ku di mijara serxwebûnê de bibiryar in û wiha got: "Dijminên me êrîşî Kurdistanê dikin û dixwazin gelê me dev ji mafên xwe yên meşru û azadiya xwe berde. Divê baş were zanîn ku îradeya gelê me nayê sekinandin. Em paşva gav navêjin. Em dev ji serxwebûnê bernadin. Bila ev wiha were zanîn."
Barzanî di berdewamiyê de got ku dê pêşmerge koka milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) biqelînin.