EDINBURGH
Li Îskoçyayê îro referandûma serxwebûnê tê kirin.
Îro li Îskoçyayê hilbijêrên ku ji 16 salî mezintir in, ji bo pirsa "Hûn dixwazin Îskoçya bibe welatekî serbixwe?" ray didin.
Bi texmînî dê 4 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Raydayîn îro bi saeta heremî di 07.00an de yanî li gor saeta Tirkiyeyê di 09.00an de dest pê kir û li gor saete herêmî di 22.00an de jî dê dengdayîn biqede.
Encam dibe ku sibê eşkere bibe.