ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, êrîşên bi molotof yên li ser dibistanên hin bajar û navçeyan wek "tundî û teror" bi nav kir û wiha got: "Em welêt teslîmê vê tundî û terorê nakin. Lewra herî zêde zarokên me yên welatiyên dilsoz û mamosteyên li wê hêrêmê dijîn dê zirarê bibînin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî civîna MEBê ya agahîdayînê bû û pişt re civîneke çapemeniyê li dar xist. Davutoglu ji bo rexneyên dersên dînî wiha got:
"Li Tirkiyeyê di dersên agahiya exlaq û çanda dînî de behsa hemû dînan tê kirin. Hin welatan zarokan dibin dêran û dersa dînî bi awayekî tatbîqî tê dayîn. Niha hemû ev tişt nayên dîtin û dibêjin li Tirkiyeyê dîn ji bo zordariyê wek wesite tê bikaranîn. Em vê qebûl nakin."
Serokwezîr Davutoglu ji bo biryara AHÎMê ya der barê dersa agahiya exlaq û çanda dînî de jî wiha axivî:
"Heke agahiyên dînî yên bi saxlem û rast ji hêla saziyên me yên perwedeyê ve neyên dayîn, wê demê agahiyên nerast û bêteşe yên dibin çavkaniya tevgerên radîkal derdikevin holê û em nikarin wan kontrol bikin."