HEWLÊR
Hêzên pêşmergeyan ji bo ku DÎŞIyê ji herêma Hazirê û dorberê wê derxin operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Ji bo operasyonê bi sedan erebeyên leşkerî sewqî herêmên nêzîkî Mûsilê kirin.
Herêma Hazirê 45 kîlometreyî dûrî Hewlêrê ye. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji bo ku DÎŞIyê ji herêma Hazirê û dorberê wê derxin hêzên pêşmergeyan destê sibê operasyon kirin. Di operasyonê de Hesenşan, Sewdînan, Mendubeya Jêrê, Mendubeya Jorê û Eşqeleya Piçûk ên gundên Hazirê ji destê DÎŞIyê hatin xilaskirin. Ji ber şer gelek ambulans sewqî herêma operasyonê kirin. Pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda bajêr. Pêşmergeyan di heman demê de li Bartela û Başikaya nêzîkî Mûsilê jî li dijî DÎŞIyê operasyon kirin û bi wan re ketin pêvçûnan.
Bi sedan erebeyên leşkeriyê ji Hewlêrê şandin herêma şerê ku li nêzîkî Mûsilê dewam dike. Bi taybetî jî hêzên girêdayî Sîdar Barzanî sewqî herêmê kirin. Di destê hêzên Sîdar Barzanî de tank, topên obusê, balafirşikên, bîksî û çekên giran hene. Welatiyên li Hewlêrê pêşmerge oxir kirin.
Hin pêşmergeyên di qefileyê dê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û wiha gotin: "Der barê operasyonê de agahiyên berfireh nedan me. Lê dibe ku li Mûsilê operasyon bê kirin. Li herêmên Hazir, Bartella û Başîkayê şer hê dewam dike. Em jî ji bo ku piştgiriyê bidin hêzên me yên li wir diçin wira.