BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê du êrîşên bi bombe hatin kirin û di encama êrîşan de 4 kesên ku di nav wan de lekşer jî hene mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, erebeya leşkerî dema ku li Medaîna bajaroka Bexdayê dewriye diavêt, bombeyeke ku di rê de hatibû bicîkirin hat teqandin. Di encama teqînê de lekşerek mir û 4 leşker jî birîndar ketin.
Li Bajaroka Meamilê jî nêzîkî mizgeftekî teqînek çêbû û di encama vê teqînê de jî 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn
Li Iraqê ev demeke ji ber pevçûnan valahiya otorîteyê derket holê, li Bexdayê û hin bajarên din car caran êrîşên bi bombe tên kirin.
Hat ragihandin ku hêzên peşmergeyan li Zimara herêma Mûsilê 5 bajarokên stratejîk ji destê DÎŞIyê derxistin.