Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DÎŞI ne tenê ji bo Iraqê ji bo hemû civaka navneteweyî tehdît e û destnîşan kirin ku êrîşên li ser sivîlan wekî êrîşên li ser mirovahiyê ne. Dan zanîn ku dê ev sûc bêceza nemînin û dê piştgiriyê bidin lêpirsînên ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan dike.
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku divê demildest dawî li hebûna DÎŞIyê ya li Iraqê bînin. Hat diyarkirin ku dê di vê çarçoveyê de li gor daxwazên hikûmeta nû ya Iraqê û li gor hiqûqa navneteweyî arîkariya leşkerî jî di nav de çi hewce dike, dê bikin.
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dê li gor biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi jimara 2170 li dijî DÎŞIyê şer bikin û çavkaniyên wê tune bikin. Dan zanîn ku dê bişopînin ka biryarên NYyê tên tetbîqkirin an na.
Bal kişandin ku rola NYyê di organîzekirin û kordînasyona arîkariyên navneteweyî yên ji bo hikûmeta Iraqê de gelekî girîng e. Hat bibîrxistin ku Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ereban hevkarên stratejîk ên maweya dirêj ên hikûmeta Iraqê ne.
Hat gotin ku li gor rewşa herêmê dê ji bo kesên ku ji cihên xwe bûn arîkariya leşkerî bidin hikûmeta Iraqê û rayedarên herêmî.
Di daxuyaniyê de hat dubarekirin ku ji bo jinûveavkirina Iraqê û pêşketina herêmê dê piştgiriya malî bê dayîn û dan zanîn ku hevkarên navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê dê piştgiriyê bidin hikûmeta Iraqê.
Konferansa Ewlehî û Aştiya Iraqê piştî civîna li Cîddeyê civîna duyemîn a ku der barê Iraqê de tê kirin e. Ji Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî konferansê bû.
Digel Tirkiye û Fransayê DYA, Almanya, Yekîtiya Mîrektiyên Ereban, Danîmarka, Hollanda, Iraq, Îngilistan, Îspanya, Îtalya, Qanada, Qatar, Lubnan, Misr, Norweç, Federasyona Rûsyayê, Erebistana Siûdî, Oman, Bahreyn, Japonya, urdun, Yekîtiya Ereban, nûnerên YE û NYyê beşdarî civînê bûn.
Piştî ku danezana hevpar hat eşkerekirin konferans xilas bû.