Daxuyaniya Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmergeya Helgûrd Hîkmet di malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, hat weşandin û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ber li xiristiyan û êzdiyên ku dixwazin tevlî pêşmergeyan bibin vekir. Xiristiyan û êzdî, êdî dikarin serî lê bidin.
Hîkmet destnîşan kir ku dê ciwanên ku serlêdanên wan bên qebûlkirin, demek bên perwerdekirin û piştre tevlî pêşmergeyan bibin û diyar kir ku hêj biryar nedane ku dê çend kesan bigrin.
Hîkmet, sedema vê biryarê diyar kir û got ku ji bo ciwanên êzdî û xiristiyan hêsantir karibin herêma xwe li hemberî DÎŞIyê biparêzin, wan serlêdan qebûl kir.