Li Kabûla paytextê Efganistanê otobêseke leşkerî hat teqandin û di encama teqînê de 4 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Parastina Efganistanê Zahîr Azîmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Axa Elî Şemsa herêma paytextê dema ku otobêseke leşkerî di rê de derbas dibû bombeya ku di rexê rê de hatibû bicîkirin hat teqandin, di encamê de 4 leşkerên artêşa Efganistanê mirin.
Azîmî destnîşan kir ku di bûyerê de 6ê wan sivîl 12 kes birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê û rewşa hin kesan jî giran e.
Ji şahidan Amînulah jî der barê bûyerê de wiha got: "Teqîn zehf bi şidet bû, min mirina 3 leşker û birîndarbûna 10 kesên ku di otobêsa leşkerî de bûn dît. Di xanî û dikanên li der û dorê jî ji ber teqînê zirar çêbû."
Rêxistina Talîbanê teqîn hilda ser stûyê xwe û diyar kir ku di bûyerê de 12 leşkerên Efganistanê hatin kuştin.