Li bajarê Pêncşîra ku dikeve bakurê rojhilatê Efganistanê şape ket. Di encama şapeyê de 28 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Pêncşîrê Ebdûl Rehman Kabîrî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li cihên cuda ên bajêr ji duh ve şape dikevin. Kabîrî got ku 82 kes di bin şapeyan de man û ji vana 28 kes mirin, 10 kes jî bi xedarî birîndar bûn, ji bo 44 kesên din jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Kabîrî da zanîn ji bo ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê leztir bikin ji Kabulê arîkarî xwestin.
Li navend û bakurê welêt her sal ji ber ketina şapeyê bi dehan kes dimirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku li bajarê Laxmanê ya ku dikeve rojhilatê Efganistanê lehî çêbû. Ji ber lehiyê 8 kes mirin û bi dehan malî zirar dîtin û bi sedan hektar erd ew qas zirar dît ku êdî nikarin bi kar bînin.