Li Herat, Faryab û Badahşaên bajarên Efganistançê di navbera hêzên ewlekariyê û milîtanên Talîbanê da pevçûn derketin û di pevçûnan da 24 kes mirin.
Berdevkê yekîneyên qomandoyên ku li wîlayeta Heratê ne Narullah Nastu Naderî diyar kir ku hêzên ewlekariyê bi milîtanên Talîbanê ra ketin pevçûnan. Naderî destnîşan kir ku bi saetan li ber xwe dan û di encama şer da 13 milîtan hatin kuştin, 6 milîtan birîndar ketin û 2 milîtan jî hatin derdestkirin. Naderî eşkere kir ku di şer da 8 motorsîklet û gelek çek ketin destê hêzên ewlekariyê.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Faryabê Seîd Mesûd Yaqûbî jî diyar kir ku di 48 saetên dawiyê da li Şirîn Tagab û Kaysarên navçeyên Faryabê 6 milîtanên Talîbanê hatin kuştin, 10 milîtan jî birîndar ketin. Yaqûbî diyar kir ku 2 bombeyên ku di rexê rê da hatibûn bicîkirin jî hatin îmhekirin.
Berdevkê Walîtiya Badahşanê Ehmed Nawîd Furuten jî destnîşan kir ku ev hefteyek e ku li navçeya Cormê li dijî Talîbanê operasyon tê kirin û operayon dewam dike. Furuten destnîşan kir ku di şer da 4 milîtan û polêsek mir, 10 milîtan û polês jî birîndar ketin.
Berdevkê Talîbanê Zabîullah Micahîd jî der barê operasyonan da destnîşan kir ku 11 polês hatin kuştin.