Şirketa teknolojiyê Appleyê daxuyand ku dahata wan a çaryeka meha tîrmeh û îlonê 42,12 milyar dolar e.
Li gor daxuyaniya Appleyê, dahata şirketê ya çaryeka dawiya sala 2014an 42,12 milyar dolar, kara şirketê jî 8,3 milyar dolar e.
Hêviya dahata şirketê îsal nêzî 40 milyar dolarî bû, lê dahata şirketê bû 42,12 milyar dolar. Dahata şirketê li gor par ji sedî 12,2 zêde bû. Hat gotin şirketê bi iPhone 6ê ew qas kara xwe zêde kir.