2017 ж. 01 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 01 ақпан
NEW YORK
Şirketa Appleê ya ku di qada teknolojiyê de bi nav û deng e daxuyand ku di çaryeka ewil a sala 2017an de ya ku dibe hemberî heyama par cotmeh-çileya pêşîn, dahata şirketê zêde bû.
Appleê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku ev dahata li gor sala par û heman heyamê ji sedî 3,3 zêde bûye û bûye 78,35 milyar dolar.
Dahata Appleê par sê çaryekan li ser hevdu daketibû, piştî wê cara ewil e ku zêde bû.
- Ji bo îPhone, Mac û Apple Watch rekor
Di daxuyaniyê de Rêvebirê Payebilind ê Appleê (CEO) Tîm Cook got ku bi firotinên şirketê yên ku di heyama navbera cotmeh û çileya pêşîn de hatin kirin ve di dîroka şîrketê de cara ewil e ku di heyameke çaryekê de dahata wan wiha zêde bûye. Cook got ku wan herî zêde îPhone, Mac û Apple Watch firotine ku ev wek rekorê ye.
- Firotina îPhoneê ji sedî 4,7 zêde bû
Li gor heyama par mehên di navbera cotmeh û çileya pêşîn de firotina îPhoneê ji sedî 4,7 zêde bû û bû 78,3 milyon.
Şirketa Appleê daxuyand ku li gor texmîna wan îsal dahata wan a di navbera mehên çileya paşîn û adarê wê di navbera 51,5 milyar dolar û 53,5 milyar dolaran de be.