2017 ж. 02 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 03 ақпан
NEW YORK
Hat ragihandin ku Googleya motora lêgerînê di lîsteya "marqeyên herî biqîmet ên dinyayê" da Apple li paş xwe hîşt û bû yekemîn.
Brand Fînanceya fîrmaya şêwirmendiyê ya serbixwe bi navê Sala 2017an Global 500ê raporek weşand. Di raporê da hat gotin ku qîmeta merqeya Googleyê li gor par ji sedî 24 zêde bû û bû 109,5 milyar dolarî. Di rapora par da qîmeta marqeya Googleyê 88,2 milyar dolar bû.
Google ji Appleyê derbas kir û bû marqeya herî biqîmet a dinyayê.
Li gor raporê Googleyê dahata xwe ya reklamê li gor par ji sedî 20 zêde kiriye.
Ji aliyekî din di raporê de hat nivîsandin qîmeta merqaya Applê li gor par sedî 27 daket û bû 107,1 milyar dolarî. Par ev reqam 145,9 milyar dolar bû.
Li dinyayê ji sala 2011an heta niha ev 6 sal bû merqeya herî biqîmet Apple bû.
- "Baweriya mişteriyan qediya"
Di raporê de hat gotin ku fîrmaya Applê mişteriyên xwe zêde îstismar kirin. Di raporê de wiha hat gotin:
"Applê baweriya mişteriyên xwe zêdde îstismar kir. Aplle Watchê serkeftî nebû û zirar kir. Şîrketa Applê daxwazên mişteriyên xwe yên ji bo teknolojiyên nû bi cih neanîn.
Di lîsteya marqeyên herî binirx ên dinyayê da platforma e-bazirganî ya DYAyî Amazonê îsal jî cihê xwe yê rêza sêyemîn parast. Hat ragihandin ku li gorî par nirxa marqeya Amazonê îsal ji sedî 53 zêde bû û derket 106,4 milyar dolarî.
Di raporê da herwiha bal hat kişandin ku Amazon soz dide ku dê li DYAyê di nava 18 mehên pêşiya me da 100 hezar kesî îstixdam bike û sala din jî dibe ku di lîsteya marqeyên dinyayê yên herî binirx da derkeve serê lîsteyê.
Dîsa di lîsteyê da şirketa telekomunîkasyonê AT&T ya DYAyî ket rêza çaremîn, Microsoft ket rêza pêncemîn û Samsung jî ket rêza şeşemîn. Herwiha şirketa telekomunîkasyonê Verizon ya ji DYAyê bû heftemîn, şirketa rêzeperakende Walmart bû heştemîn, Facebook bû nehemîn û şirketa bankegeriyê ya çînî ICBC jî bû dehemîn.
Brand Financeê ragihand dema ku wan lîsteya marqeyên herî binirx ên dinyayê çêkir, wan, faktorên wekî peywendiya hestyarî ya xerîdêran, performansa fînansî ya şîrketan, fealiyetên miqdara dahata borî û ya ku tê pêşbînîkirin, rêkeftinên lîsansê û rêvebirina portfoyan li ber çavan girtin.