Muhammet Kurşun
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Tirkiyê bikarhênerên înternetê di serdema 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Tîrmeha 2017an de ji Googlê herî zêde kelîmeyên wek "Facebook", ''Youtube", "rewşa hewayê", "Sahibinden", "Google", "xeber", " xebera acil", "werger" û "Instagram" meraq kirine.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Googleê berhev kirin, li temamê Tirkiyê di 7 mehên 2017an de li van tiştan geriyane: "bişev li rehetiya siyê binêre", "beşa dawîn filmê içerde", "erdhejên dawîn", "survivor" û "tv8 zindî".
Di kategoriya "tenduristiyê" de peyva "nexweşxane" di rêza yekem de cih girt û "qelb", "bebek", "bihemlebûn" û "êş" ew taqîb kirin.
Di kategoriya "geştiyariyê" de jî peyva "Stenbol" di pêşî de ye û "bilêta teyarê", "THY" û "Bilet" piştî wê tên.
Di heman serdemê de "tatîl" û "Eyda Qurbanê 2017" û "bilêta herî erzan" jî gelekî hatine meraqkirin.

Dema kategoriya "spor"ê tê kontrolkirin, di vê serdemê de peyvên hatine meraqkirin ev in: "lig", "Beşiktaş", "Fenerbahçe, "Galatasaray" û"spor".
Di kategoriya "înternetê"de jî rêz wiha çêbû: "Google", "Twitter", "Hotmail", "Vodafone", "puhu tv", "qendîl", "film temaşe bike".
Ji bo kirîn, firotin û kirêkirina xaniyan jî "Sahibinden", "Milliyet" û "emlak" ketin nav kelîmeyên rêzê.
Di serdema dawîn de rêza peyvên herî zêde hatine meraqkirin wiha ye:
- 1-31 Kanûna Paşîn: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê", "Barbaros Şansal", "reina".
- 1-28 Sibat: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê", "hec 2017".
- 1-31 Adar: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê".
- 1-30 Nîsan: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê", "stats royale".
- 1-31 Gulan: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê", "Qendîl".
- 1-30 Hezîran: "Facebook", "Youtube", "rewşa hewayê", "nimêja eydê", "Şeva Qedrê"
- 1-31 Tîrmeh: "Facebook", "rewşa hewayê" "Game of Thrones"