08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Ekîbên polêsan li Serokatiya Beyogluyê ya HDPê lêgerîn kir.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê hatin Serokatiya Navçeyê ya HDPê ya ku li ser kolana Tarlabaşiyê. Ekîba polêsên sivîl bi piştgiriya polêsên tevgera taybet va ketin avahiyê û lêgerîn kirin. Firokeya polêsan jî ji hewayê piştgirî da, ekîbên hêzên çewîk jî li dorberê tevdîrên ewlehiyê girtin. Lêgerîn hê dewam dike.
Wek mayîn ekîbên polêsan li Okmeydaniya Şîşliyê jî di ser hin navnîşanên ku hatibûn tesbîtkirin da girtin. Hat ragihandin ku lêgerînên li vê derê jî dewam dikin.