08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
AGRI
Cotkarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê mêrg û giyayên xwe yên li ciyên asê bi tirpanê û bi qaydê bav û kalan qebale diçinin.
Herêma Rojhilatê Anadoluyê yek ji wan herêman e lê cotkarî û heywadarî zêde tê kirin. Cotkarên li herêmê li ciyên asê mêrg û giyayên xwe bi tirpanê diçinin.
Cotkar qebale mêrg û giyayên xwe diçinin û ji bo zivistanê haziriya xwe dikin.
Li Zozanê Sînegê ya li Taşliçaya navçeya Agiriyê tirpankêş qebale dixebitin û zozan bi saya wan şên dibe.
- Him kilama dibêjin û him jî tirpanê dikşînin
Tirpankêş ber destê sibehê li ciyên asê di bin sewta kilamên dengbêjan da mêrg û giyayên xwe diçinin.
Cotkar him kevneşopiya tirpankêşiyê berdewam dikin û him jî ji bo heywanên xwe amadehiya zivistanê dikin.
Kemal Artanê ji Tanyoluya gundê Taşliçayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir îro tirpankêşî li Agirî, Qers, Îdir û Erdexanê hê jî dewam dike.
Artan diyar kir bi gelemperî li ciyên asê bi tirpanê mêrg û giyayên xwe diçinin û wiha got: "Em her sal bi qebale alîkariya hev dikin û mêrg û giyayê xwe diçinin. Ji ber ku halet û hacetên çandiniyê yên nû dernakevin ciyên bilind em jî bi qebale/zibare dixebitin û îş û karê xwe dikin. Dema tirpankêş dixebitin dengbêj kilama dibêjin û wext xweş derbas dibe."
Ji cotkaran Mîrza Artan destnîşan kir debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin û wiha xeberda: "Em qebale dixebitin. 5-10 kes kom dibin û diçin alîkariya hev dikin."
- "Ez bi saya tirpanê li ser xwe me"
Cemalettîn Artanê tirpankêş jî destnîşan kir ji bav û kalê xwe vî karî hîn bûne û wiha got: "Ji biçûkan heta mezinan li gund her kes dikare tipan bikişîne. Tirpan ji bo qeweta pişt û milan baş e. Bi saya tirpankêşiyê li ser xwe me. Ez 52 salî me û bi saya tirpanê li ser xwe me."