Haydar Şahin
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê bêrîvanên ku êdî kêm mane li hespan siyar dibin û li zozanan pêz didoşin. Bêrîvan bi şîrê ku didoşin û doşirvaniya ku çêdikin va tevkariyê didin aboriya malbatên xwe.
Bêrîvanên ku li Hoşana taxa navçeyê dijîn destê sibê li hespên xwe siwar dibin û berî xwe didin zozanan ku heywanên xwe bidoşin.
Bêrîvan piştî rêwîtiya ku qasî saetekê dikişîne digihêjin nav pêz, wan didoşin û şîrê xwe li hespan dikin û dimeşin tên malên xwe.
Jin ji vî şîrî penêr û mast çêdikin û difroşin û tevkariyê didin aboriya malên xwe.

- "Her kes heywanên xwe difroşe û dikeve karekî bisîgorte"
Fatma Kesera 62 salî ya bêrîvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji zaroktiya xwe vir da derdikeve zonan û şîr didoşe.
Keserê got ku êdî hejmara bêrîvanan kêm bûye û wiha pê da çû:
"Nika li taxa me bi tenê 3 bêrîvan man. Kes naxwaze bibe bêrîvan. Ciwan bixwazin jî êdî nikarin vî karî bikin. Her kes heywanên xwe difroşe û dikeve karekî bisîgorte. Li Vartoyê 10-15 kes man ku vî karî dikin. Çend sal şûnda êdî em ê jî vî karî nekin. Em her roj dixebitin. Di rojê da 2 caran dişin ku pêz bidoşin. Di saet 11.00an da diçin û saet 14.00an da dizvirin. Paşê di saet 17.00an da diçin dîsa pêz didoşin. Rojên me wisa derbas dibin. Karên paqijî û xwarinê yên malê jî em dikin."
- "Hejmara bêrîvanan kêm dibe karê li ser milên me jî zêde dibe"
Şehrîban Pektaşa bêrîvan jî got hingî ku zewiciye diçe zozanan û şîr didoşe, meriv çawa dest pê dike dibîne ku karekî çiqasî zor e.
Pektaşê got çaxa hejmara bêrîvanan kêm dibe karê li ser milên wan jî zêde dibe û wiha pê da çû:
"Em jî êdî nikarin vî karî bikin. Fikra her kesî ew e ku heywanên xwe bifroşin. Dema ku hewa zêde germ be heywan diçin zozanên bilind. Em jî mecbûr dimînin her roj diçin ciyên dûr. Dema ku hewa sar dibe heywan ber bi jêrê tên û nêzîkî me dibin. Çaxê karê me xilas dibe em vedigerin malê û dest bi karê malê dikin."