Li Erziroma ku sir û seqema wê bûye mijara stranan, di nîvê meha gulanê da du demsal bi hevra tên dîtin.
Ji aliyekê va Çiyayê Palandokenê ku nêzî 8 mehên salê ji berfê xalî nabe, di binê berfê da ye, ji aliyekê va jî li Deşta Erziromê bihar hatiye.
Ji ber barana gur a çend hefteyan li ser hev barî, ava baranê li qismekî deştê golî bû, bi hêşînbûna çêreya mêrgan va dîmenên xweş derketin holê.
Li herêmê rêncberan dewarên xwe berdan çêre, teyr û tilûr li hev diçin û tên. Gelek teyr û tilûrên koçber hatin deştê û li van deran li ser qadên avî li xwarinê geriyan û zikê xwe têr kir.