Ji Mûşê ber bi bajarên rojava va sewqkirina heywanên qurbanê dewam dike
Li Mûşê ber bi bajarên rojava va sewqkirina heywanên ku rêncberan seranserê salê ji bo qurbanê xwedî kirin, beriya Eyda Qurbanê dewam dikin.
Sabri Yıldırım
17 Gulan 2026•Rojanekirin: 17 Gulan 2026
photo: Sabri Yıldırım / AA
Türkiye, Muş
Ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr tenduristiya heywanan kontrol dikin û piştî pesendkirina wan heywan li kamyonan tên barkirin û Stenbol, Bursa, Diyarbekir û Mêrsîn di serî da ji bajarên curbecur ra tên şandin.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Necattîn Gonç ji rojnamegeran ra got ku ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên heywanan û sewqkirinên bêkontrol, kontrol hatin zêdekirin, seranserê eydê 16 beytar wê wezîfedar bin.
Gonç got, "Em li bendê ne ku li Mûşê nêzî 3 hezar dewar û 9 hezar pez wekî qurban werin serjêkirin. Li gor texmîna me nêzî 50 hezar dewar û pez jî werin sewqkirin."
Erdal Yalvariciyê ku li gundê Muratgorenê yê li ser navendê rêncberiyê dike jî wiha got: "Me di 2017an da bi piştgiriya Saziya Piştgitiyê ya Çandinî û Pêşketina Gundewaran dezgeh ava kir. Dewarên ku me xwedî kirin û kîloya wan di navbera 400 û 900î da ne, herî zêde ji Stenbolê ra hatin şandin, me heta niha nêzî 100 heywanî sewq kirin, em ê dora 150 heywanî jî peyderpey bişînin."