Li Siwêrega navçeya Rihayê gur kete nav pêz û di encamê de 20 mî mirar bûn.
Li gundê Taşkaraya 35 kîlometreyî dûrî navçê gur ketin goma Hesen Şenateş û 20 mî mirar kirin û 7 mî jî birîndar kirin.
Şenateş diyar kir ku şeveqê çûye gomê dîtiye ku derî vekiriye û pezên wî tûnin. Di encama lêgerînê de dinêrin ku 5 kîlometreyî dûrî gund pez hatine mirarkirin.
Gundiyan diyar kir ku heta niha tiştekî wiha nehatiye serê wan.