HAKKARÎ
Li Hakkariyê, pezên ji ber tirsa gur reviyan pê li hev kirin. Di encamê de 124 pez telef bûn.
Sibehê gur êrîşî keriyê pezê li mezraya Yenîyola li ser gundê Pinarcayê diçêriya kir.
Mêşinên ku ji gur direviyan di nav dirikên newalê de asê bûn û pê li hev kirin.
Şivan Fahrî Aşkan û Salîh Kaya ji bo ku gur ji pez dur bikevin, bi tifingên xwe gule berdan hewa.
Pîştî êrîşê şivan lê haybûn ku gelek mêşin telef bûne. Li ser vê yekê xwediyê pez û cendirmeyan agahdar kirin.
Xediyê pez û cendermeyên ku hatin cihê bûyerê li hember rewşê metel man û pîştî jimartina pez hat diyarkirin ku 124 mêşin telef bûne.