Elif Orhan
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 24 Hezîran 2019
Li Darendeya navçeya Meletiyê kamerayên ewlehiyê dîmenên gurê ji bo ku xwarinê bibîne hat nav bajêr kişand.
Li navçeyê ev nêzî hefteyekê ye ku tavî dibare û gurê tê texmînkirin ku nekariya xwarinê peyda bike hat navenda bajêr û li nav taxan li xwarinê geriya.
Gur li Taxa Zaviyeyê hat ber derê Kuliyeya Somuncu Baba yê dîrokî û kamereyên ewlehiyê yên li kuliyeyê û li daketina Kanyona Tohmayê dîmenên gur kişandin.
Hakki Geçerê ku li Kuliyeyê wekî peywirdarê ewlehiyê dixebite daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi şev dema nobedar bû li ber derê kuliyeyê tiştekî dîtç
Geçer qal kir pêşî wisa zen kir û se ye lê paşê dema bi baldarî lê nêrî dît ku gur e û xeber da polêsan û wiha axivî: "Saet dora 02.15 bû, paşê ez derketim derva min da pey û qêriyam. Gur ji dengê min tirsiya û revî û dûr ket. Pişt ra dema me li qeydên kamerayê nêrî gur dikeve baxçeyeke mişmişan û ji ber çavan winda dibe."