Türkan Tosun
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Li Adiyaman û Meletiyê ji ber berfê di hatin û çûyînê da tengasî tê kişandin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Meletiyê li taxên bajêr berf ji ber ku zêde barî û rê hatin girtin xebat tên kirin ku rê bên vekirin.
Ekîbeke ji 800 kesî pêk tê li 718 taxan bi 400 makîneyên kar va xebitîn û rêya 698 taxan hat vekirin.
Ji bo rêya 20 taxan bê vekirin jî xebat didomin.
Li Akçadagê rêya 77 taxan, li Arapgîrê rêya 63 taxan, li Arguvanê rêya 49 taxan, li Battalgaziyê rêya 100 taxan, li Darendeyê rêya 67 taxan, li Doganşehirê rêya 39 taxan, li Doganyolê rêya 14 taxan, li Hekîmhanê rêya 64 taxan, li Kaleyê rêya 28 taxan, li Kuluncakê rêya 28 taxan, li Puturgeyê rêya 56 taxan, li Yazixanê rêya 31 taxan û li Yeşîlyurtê jî rêya 82 taxan hat vekirin.
- Adiyaman
Li Adiyamanê jî ji ber befrê rêya 22 gund û 39 mezrayan hat girtin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet li bajêr ji duh şevê vir va berf dewam dike.
Ji ber berfê li navçeyên Çelîkhan, Sîncik û Gergerê rêya 22 gund û 39 mezrayan hat girtin.