2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
ŞANLIURFA
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê li rexê rê dergûşeke 5 rojî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, welatiyan li ser rêya Siwêreg-Diyarbekirê li tanga Taxa Qerebaxçeyê dergûşeke 5 rojî ya ku li betaniyê hatibû alandin dîtin û li ser vê haya polêsan û ekîba Serwêsa Ecil a 112ê pê xistin.
Ekîbên tenduristiyê hatin dewsa bûyerê, derguşa qîzîn a ku tê texmînkirin 5 rojî ye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat ragihandin ku rewşa dergûşê baş e û ew ê piştî kontrolê dergûşê teslîmî Saziya Hêtîm û Sêwiyan a Şanliurfayê bikin.
Hêzên ewlekariyê ji bo dîtina dayîka dergûşê xebat dan destpêkirin.