Li Agiriyê du zarokên ku nexweşiya qelb û pişikê pê re hebûn bi ambulansa balafir sewqî Ankara û Batmanê kirin.
Li Nexweşxaneya Jin û Zarokan ya Agiriyê dergûşa du rojî ya Erdogan û Hatun Gokê ji ber nexweşiya pişikê û dergûşa 4 rojî ya Ahmet û Aynur Yorulmazê jî ji ber nexweşiya qelb di beşa nexweşiyên giran de hildan bin tedawiyê.
Li ser giranbûna nexweşiya dergûşan ji Ankarayê ambulansa balafir hat xwestin. Balafir ji Ankarayê rabû û daket balafirgeha Agiriyê.
Zarok di bin çavdêriya bijîşk û xebatkarên tenduristiyê de anîn balafirgehê, dergûşa Erdogan û Hatun Gokê sewqî Batmanê kirin, dergûşa Ahmet û Aynur Yorulmaz jî sewqî Ankarayê kirin.