Pîcket diyar kir ku bi sed salan e dê û bav ji bo ku derguşên wan rehet bibin loriyan dibêjin. Lê niha delîlên zanîstî nîşan didin ku feydeya loriyan heye û ev encam jî mirov bi kelecan dike.
Dr. Nîck Pîcket di nexweşxaneyê de 37 derguşan re lorî got û li dilavêtina wan, êşa wan, giriyê wan, rûyê wan û tevgerên wan nihêrî. Ji bilî vê ji bo hin derguşan pirtûk hat xwendin û li cem hinekan jî bêdeng hat runiştin.
Piştî vê hat dîtin ku bi tenê lorî avêtinadil kêm dike û êşan dibire.
Pîcket daxuyand ku dengê loriyan ya ku pitikan aram dike baldariya derguşan ji holê radike û êşa wan dibire. Dr. Pîcket ragihand ku mûzîka zindî bêtir êşê dibire û ewil dengê kesên ku loriyê dibêje û pişt re dengê enstrûmanan bala derguşan dikşîne. Encama lêkolînê di kovara "Psychology of Music"ê de hat weşandin.