01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ADANA
Li Edeneyê di nexweşxaneyeke taybet da ji bo ku dergûşan bêdestûr ji serwêsê dernexin derva bazina biçîp davêjin milên wan.
Di daxuyaniya nexweşxaneyê da hat diyarkirin ku bi porjeya bi navê "Koda Şîrik" va ji bo ku dergûşan ji serwêsa nexweşiyên giran dernexin bazinên bi mîkroçîp diavêjin zend û guzeka dergûşan.
Bi saya bazinan dema ku dergûşan bê destûr ji serwêsê derxin sîstema ewlekariyê dikeve dewrê û hişyariyê dide.
Direktorê Gişkî yê Nexweşxaneyê Dr. Mûsa Înal destnîşan kir ku bi sîstema ku karûbarên agahiyan a saziyê amade kir va ewlehiya dergûşan derxistin asteke bilind û ev pêkanîn ji bo ewlehiya nexweşan zehf girîng e.
Înal got dema ku kesek dergûşekî ji serwêsê derxe alarma sîstemî lê dixe û hişariyê dide û wiha pê da çû:
"Li serwêsa nexweşiyên giran a dergûşan alarma bi deng û îşiqê hemşîreyan hişyar dike. Wezîfedarên ewlekariya taybet a nexweşxaneya me jî di heman demê da hereket dikin. Deriyên nexweşxaneyê tên girtin, ketin û derketina nexweşxanê tê sekinandin. Wek mayîn peyama hişyariyê ji telefona berpirsiyarê beşê û rêveberên nexweşxaneyê ra jî diçe. Bi vî awayî pêşî li revandina zarokan tê birîn. Bi vê sîstema va mimkûn nîne ku bêdestûr dergûşek ji nexweşxaneya me derxin."
Dr. Înal destnîşan kir ku bazina pilatîk a ku davêjin zenda dergûşan zirarê nade tenduristiya wan.