ANKARA
Pisporên Zanîngeha Southampton lêkolînek kir û encama lêkolînê nîşan da ku qundaxkirin çîpên dergûşan dişidîne û nahêlê ku dergûş xwe bilîvînin. Ev jî dibe sedem ku qorika wan ji hev derkeve.
Pisporan bal kişand ku ji ber ku qundaxkirin dergûşê aram dike û xewa wan tîne ji demên berê ve bûye edet û hatiye roja me. Lê qûndaxkirin feydeyê zêdetir zirarê dide dergûşan. Heke dergûş bi rehet tevbigere ev zirar ji holê radibe.
Encama lêkolînê di kovara "Archives of Disease in Childhood" ê de hat weşandin.