27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
VAN
Li Mûradiyeya navçeya Wanê du xwîşkên ku qansêra çerm bi wan re heye nikarin derkevin ber tavê, aniha jî ji ber dayîka wan demek berê mir, êş û kedera wan zêdetir bûye.
Keçên Orhan û Çîgdem Dîlekê, Serap (14) û Esmanûr (9) ên ku li taxa Gondermeya Mûradiyeyê rûdinin di rojên sayî de nikarin derkevin ber tavê û herwisa ji ber nexweşiya xwe bi salan e ku ji perwerdeyê heta tenduristiyê gelek pêdiviyên xwe di hundirê malê de tînin bicih.
Xwîşkên ku bi destgiriya dayîka xwe li ser piyan diman 10 roj berê dayîka wan mir û aniha derd û keder û zehmeta wan zêdetir bûye.
Bavê keçan Orhan Dîlek di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de behs kir ku xwîn çû ser mêjiyê jina wî û ji ber hindê jina wî mir. Dîlek diyar kir ku piştî mirina jina xwe, ew aniha ji keçên xwe re hem bavtî û hem jî dayîktiyê dike.
Dîlek bal kişand ku jinbirên wî hin hewcedariya keçên wî dibînin û wiha xeberda:
"Biqasî dayîka wan nebe jî çi ji destê me tê em dikin. Berê ji bo pêdiviyên keçan diya wan ji mal dernediket û niha jî ez mecbûr im ku şev û roj li mal bimînim. Ya mezin ji ber ku pir li ber xwe dikeve, heroj dixeriqe. Hin rojan du cara dixeriqe, ji xwe ve diçe. Carna heta 30 an jî 45 deqîqeyan bi xwe ve nayê. Ji ber vê min ew bir nexweşxaneyê dixtor ji min re got, 'Evê qederekê wiha bidome.' Timî pirsa diya xwe dikin. Ez dikevim tengasiyê û nikarim bersivê bidim wan. Ji ber hindê ew jî li ber xwe dikevin. Ez ji bo keçên xwe heme. Başqe jî karekî ji destê min were tuneye. Ez çi bikim jî şûna dayîka wan nagirim, cihê dayîka wan başqe ye."
Esmanûr Dîlek a ku ji ber nexweşiya xwe nikare derkeve derva da bibîrxistin ku bi destê Qaymeqamtiya Mûradiyeyê ji wan re çîçik û pêlîstok hatin stendin û wiha xeberda, "Ez li malê bi wan re dilîzim. Dema rojên sayî ku tav heye, ez pir dixwazim biçim parqê xwe li hêlekanê xim."