2015 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қыркүйек
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê minibêsa rêwiyan welgeriya, di qezayê da 21 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi pîlaqeya 02 ZA 139 a ku ajokarê wê Serdar Çîçek bû li kîlometreya 20î a rêbeja Siwêreg-Kehtayê ji kontrolê derket û totî kendêl bû.
Di qezayê da ajokar û 20 rêwî birîndar ketin.
Ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.