Di qezaya li navçeya Hacilara Qeyseriyê de 11 kes mirin û 31 kes jî birindar bûn.
Waliyê Qeyseriyê Orhan Duzgun çû serdana birîndarên li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê û piştre daxuyanî da. Duzgun diyar kir ku mîdîbusa xwendekarên Zanîngeha Nîgdeyê ji bo gerê dibirin Navenda Xwezelandinê ya Erciyesê di rêya zivirînê de qeza kir.
Duzgun wiha axivî: "Hejmara welatiyên me yên ku wefat kirine gihîşte 11an. Tedawiya 31 birîndarên me di nexweşxaneyan de dewam dike. Xwendekara me ya bi navê Çigdem Gunduz jî di nexweşxaneyê de mir. Serê gelê me sax be."