Li Qerekuyuya gundê Îdirê piştî barana gur lehî rabû, ji ber lehiyê hin xanî û erazî di nav avê da man û pez telef bûn.
Hüseyin Yıldız, Sabri Sarcan
16 Gulan 2026•Rojanekirin: 16 Gulan 2026
photo: Sabri Sarcan / AA
Türkiye, Iğdır
Taviya ku li bajêr bandora xwe didomîne li hin herêman bû sedema lehiyê.
Li gundê Qerekuyuya li ser navendê ji ber rabûna qenalên avê û ava çeman hin xanî û eraziyên li navenda gund di nav avê da man.
Pire û qenalên li gund ji ber lehiyê xira bûn û li rêya xisar çêbû.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Midûriya Şaxa Îdirê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li gund xebat dan destpêkirin. Cendirme, AFAD, Îdareya Taybet a Bajêr û ji DSÎyê 16 wesayît û 46 personel beşdarî xebatan bûn.
Wêne : Sabri Sarcan/AA
Ji ber lehiyê gelek pez mirar bûn û 20 kewarên mêşan jî ewqas zirar dîtin ku êdî pêkan nîne bên bikaranîn.
Ekîbên AFADê li herêma lehiyê xebata tesbîtkirina xisarê kirin.
Habîbe Îleriya li gund dijî got ku "Cûcik û mirîşkên me mirin. Xaniyê me deriziye û diheje. Em nizanin ka dê çi bikin."
Rasîm Guneşê ku eraziyên wî yên çandiniyê di bin avê da man jî got ku lehiyê bi qasî saet û nîvê dewam kir.
Guneş got ku "Li vir berê xebatên DSÎyê çêbûn, ji ber wê tu pirsgirêk çênebû. Ji ber ku afad gelekî mezin bû qenalê nekarî rake. Gelekî xisara min çêbû."