2015 ж. 19 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 19 қыркүйек
Li Mûşê di operasyona li dijî rêxistina terorê da Hevseroka HDPyê ya Gimgimê Halîde Aktay jî di nav da 3 kes hatin girtin.
Li gor agahiyan Hevseroka HDPyê ya Gimgimê Halîde Aktay, mêrê wê Alî Dogan Aktay û Murat Guler ku di operasyonê da hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li ewlehiyê şandin edliyeyê.
Gumanbar di mehkemeyê da ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê û alîkariya rêxistina terorê" hatin girtin.
Murat Gulerê ku şofêriya Hevseroka Şaredariya Gimgimê Sabîte Ekinciyê dikir, tê îdiakirin ku endamê YDG/Hya şaxa ciwanan a PKKyê ye û li ser navê rêxistina terorê tevlî çalakiyan bûye.