2015 ж. 13 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 13 қазан
MUŞ
Li Bulanixa navçeya Mûşê operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina terorê dewam dike.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li Mûşê 3 makîneyên kar ên ku di çêkirina rê da dixebitîn li texma Meşeîçiya gundê li ser rêya Warto-Bulanixê hatin şewitandin, li ser vê operasyon hat kirin û operasyon bi alîkariya ji hewayê va hê dewam dike.
Ji hewayê piştgiriyê didin operasyona ku tîmên tevgera taybet û ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê dikin. Wek mayîn 3 makîneyên ku hatin şewitandin bi alîkariya vîncê li tiran kirin û anîn navçeyê.
Di operasyonê da sitargeheke terorîstan a ku tê da tup, teqemenî, amûrên jiyanê hebûn hat îmhekirin, bi hinceta alîkarî dayîna endamên rêxistinê 3 şikbar hatin binçavkirin.