19 Îlon 2015•Rojanekirin: 19 Îlon 2015
Li Şirnexê hêzên ewlehiyê xendeqên ku terorîstên endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê kolan, girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên polêsan midaxeleyî xendeqên ku tê de teqemeniyên bidestçêkirî veşartibûn ên ku terorîstan ji bo ku nehêlin ku hêzên ewlehiyê derbasî Yenî Mahalleya navenda Şirnexê bibin kolan, kirin.
Ekîbên polêsan ên ku li taxê bi wesayîtên bizirx sekinîbûn, ji bo ku welatiyên sivîl zirarê nebînin tevdîr hildan.
Pişt re bi beşdariya pisporên îmhekirina bombeyan û tîmên hereketa taybet teqemeniyên dora xendeqan bi kontrol hatin teqandin.
Di vê navberê de terorîstan bi çekên lûledirêj êrîşî hêzên ewlehiyê kirin. Di bûyerê de tu kes nemir û birîndar nebû. Piştî îmhekirina teqemeniyan xendeq hatin dagirtin.