09 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Li Cerablusa ku di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da ji DAEŞê hat rizgarkirin, cotkarên ku heya niha ji ber rewşa neyînî nikaribûn zeviyên xwe bajon, xwe ji ajotina zeviyan ra amade dikin û ji ber hindê kêfxweş in.
Operasyona Mertala Feratê ya ku ji aliyê Hêza Peywira Taybet a Hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên asîmanî yên Hevpeymanê va li bakurê parêzgeha Heleba Sûriyê li dijî tehdîdên terorê hatibû lidarxistin, berdewam e. Li bajarê Cerablusê yê ku di vê çarçoveyê da bi destê Artêşa Sûriya Azad (ASA) va ji rêxistina terorê DAEŞê hatibû rizgarkirin, jiyan normal dibe.
Ji ber ku Çemê Feratê ji ber navçeyê ra diherike, zeviyên navçeyê avî ne. Cotkarên ji Cerablusê yên ev demeke dirêj e ku ji ber rêxistinên terorê DAEŞ û PYDyê nikarbûn zeviyên xwe bajon, piştî ku navçe ji DAEŞê hat rizgarkirin, cotkar xwe amade dikin ku zeviyên xwe bajon.
Serokê Meclisa Cerablusê Muhammed Habeş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku dever bi xêr û alîkariya Tirkiyê gihîşt rojên azad û bextwar.
Habeş destnîşan kir ku zeviyên li deverê bera wan zêde ye û li rojhilatê bi xêra Çemê Feratê, li başûr jî bi saya Gola Esat zevî tên avdan, lê ji ber neyîniyan 3 sal e zevî nayên ajotin.
- "Înşellah zevî dê cardin hêşîn bin"
Habeş got ku bi xêra Operasyona Mertalê Feratê ew difikirin ku îsal zeviyan bajon û wiha xeberda:
"Berê li vir her tişt hêşîn dibû. Bi xêra avê qawûn, zebeş, tirî, gûz, qeysî, hinar, hêjîr, tametês, marûl, fistiq, zeytûn, genim, pembû, hema tu ji Xwedê çi miraz kî, te dikaribû biajota û hêşîn dibû. Lê piştî ku DAEŞ hat her tişt zehmet bû. Ji cotkaran zahf pere standin. PYD hat û nehişt em ji Feratê avê bistînin. Malê cotkaran di destê wan da ma. Ji ber hindê jî zevî xalî man. Înşellah zevî dê cardin hêşîn bin. Cotkarên me dest bi amadekariya reşandina genim dikin. Piştre jî em difikirin ku pembû û gilgil bireşînin."