Tirkiye

Li Erebistana Siûdî jinan cara ewil wesayît ajot

Li welêt piştî ku destûra wesayîtajotinê hat dayîn, jinan bi eşkere wesayît ajot.

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Li Erebistana Siûdî jinan cara ewil wesayît ajot

Suudi Arabistan

RIYAD

Li Erebistana Siûdî piştî ku destûr hat dayîn jin êdî dikarin wesayîtê bajon, gelek jin derketin kolanan û wesayît ajotin.

Bi salan bû aliman ji ber sedemên dînî destûr nedidan ku jin li welêt wesayîtan biajon.

Têlevîzyonên Îxbariye û El Erebiyeyê dîmen û weneyên jinan yên ku cara ewil bi wesayîtên xwe va derketine trafîkê weşandin.

Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebdilezîz di 26ê îlonê de biryarnameyek amade kiribû û li gor vê hatibû daxuyandin jin jî êdî dikarin ehliyeta xwe hildin û ji 24ê hezîranê pê va jî wesayîtan biajon.

Armanca Erebistana Siûdî ya 2030an ew e ku di qada kar û aboriyê de rêjeya beşdariyê ya jinan ji sedî 22yan derxe ji sedî 30yan.

Li dinyayê bi tenê li Erebistana Siûdî qedexe heye ku jin wesayîtan biajon.

Lijneya Alimên Payebilind ji ber ku fetwaya "wesayîtajotina jinan heram e" dabû rayedaran nikaribûn qanûn biguherandana.

Li welêt cara ewil di sala 1999an de paşê jî di salên 2011, 2013, 2014 û 2015an de kampanya hatibûn lidarxistin ku jin jî bikaribin wesayîtan biajon.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.