Bi sedan salan jin di warê maf û statûya civakê de rastî neheqiyan tên. Di van salên dawîn de jî jin di nava civakê de di serî de tundî rastî gelek zextan tên. Lê li gel van hemû egerên neyinî jin dîsan jî di nava civakê de rola xwe digrin.
Ji berê heta niha hem di warê jiyana li nava malbatê de û hem jî jiyana li kar de jin, ji mêran bêtir rastî zor û zehmetiyan tên. Di sala 1857an de li New Yorkê di febrîqeyeke tekstîlê de ji bo ku rewşa li kar bê dirustkirin hin jinan dest bi grevê kirin û polêsan jî êrîş bire ser van jinan û di encamê de 129 jinên karker mirin û ev jin jî bûn sembola hemû jinên kedkar. Piştî vê, di sala 1910an de li bajarê Kopenhanga Danîmarkayê jinên endamê Enternasyonala 2yemîn ji bo bîranîna ew jinên karker û kedkarên ku di êrîşa polêsan de mirin, roja 8ê adarê wekî "Roja Jinan ya Cihanî" qebûl kirin.
Ji vê dîrokê şûn de êdî her sal 8ê adarê wekî roja jinan bi hin merasim û çalakiyan ve tê pîrozkirin û bi van çalakiyan ve jî jin di nava civakê de ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve gelekî bihêz bûn.
Li Wanê 8 jinên ji warên cuda de dixebitin qala roja cihanî ya jinan û gîrîngiya wê kirin. Jinan anî ziman ku jin tenê bi rêya perwerdeyê ve dikarin hemû astengî û zehmetiyên li pêşiya xwe berterf bikin.
- Li dinê ji her 3 jinan 1ê wê rastî tîj û tunduyê tê.
Asli Gencera ku li Wanê parêzeriyê dike, roja jinan ya cihanî li ser navê baroya Wanê li hemû jinan pîroz kir û got ku ev têkoşîna ku sedan salan berê dest pê kiriye, dê îro jî bidome.
- Li Wanê yekemîn û tekane jina mixtar
Leyla Tanritanir a ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2009an de wekî mixtar hat hilbijartin, anî ziman piştî ku namzediya xwe eşkere kir ji mirovan gelekî piştgirî dît.