DIYARBAKIR
Jinên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi serkeftinên xwe mohra xwe li gelek karan dixin.
Makbûle Fîdana 58 salî ev 15 sal in ku li navçeya Baglara Diyarbekirê muxtariya taxê dike, dê di hilbijartinên 30yê Adarê de bi dijberên xwe yên mêr re bikeve nav têkoşîneke dijwar. Fîdana diya 7 zarokan bi çarika xwe ya oyekirî, bi şîşkên di destê xwe de û bi cil û bergên xwe yên herêmî pirsgirêkên şêniyên taxê çareser dike û bi vê sekna xwe jî ji bo jinên din dibe mînak.
- 3 muxtaran nekarîn pirsgirêka wê çareser bikin û ew jî bixwe bû muxtar
Makbûle Fîdan 16 sal berê çû navçeya Qulpê û 3 muxtarên taxê nekarîn pirsgirêka wê çareser bikin. Fîdan li ser vê yekê hêrs bû û sêrpêhatiya muxtariya wê jî bi vî awayî dest pê kir. Fîdanê biryar da ku bibe muxtar û vê fikra xwe jî bi malbata xwe re parve kir. Fîdanê bi piştgiriya zarokên xwe jî di hilbijartinên herêmî yên sala 1999an de namzediya xwe ya ji bo Muxtariya Taxa Selahaddîn Eyyûbiyê eşkere kir. Fîdanê di hilbijartinan de ji hemû dijberên xwe yên mêr borî, bi ser ket û bû muxtar.