Tirkiye

Lêgerîna ji bo Leylaya 4 salî dewam dike

Li gor daxuyaniya Walîtiya Agiriyê, xebatên lêgerîna Leylaya 4 salî ku roja pêşîn a eydê li gundê Bizirxaneyê winda bûbû, dewam dike.

İbrahim Atmaca  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 28.06.2018
Lêgerîna ji bo Leylaya 4 salî dewam dike

Ağrı

AGRI 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Walîtiya Agiriyê hat dayîn, xebatên lêgerîna Leylaya keça Nîhat û Şukran Aydemirê ku roja pêşîn a eydê li gundê Bizirxaneyê winda bû, dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin, hin dezgehên çapemenî û weşanê dibêjin ku ji ber hilbijartinê lêgerîna Leylayê rojekê sekiniye û wiha hat gotin:

"Xizmetên ewlehî û asayîşê xizmeta qamûyê ye û 365 roj û 24 saetan bê navber dewam dikin. Ev xizmet ji bo hilbijartin, afat, mesaî, şev-roj an jî ji ber çi sedemê dibe bira bibe, nasekine, taloq nabe an jî sist nabe. Nûçeyên ku dibêjin lêgerîna ji bo keça me seba hilbijartinê rojekê sekiniye, ne rast in."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku lêgerîna ji bo Aydemirê yekeyên asayîşê di serî da hemû ekîbên Agirî û ekîbên ku dervayî bajêr hatine dewam dike û wiha hat gotin: "Heta ku keça me ya winda were dîtin, legerîn wê hefteyê da 7 rojan şev û roj bê navber dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.