Sidar Can Eren
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 14 Gulan 2023
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê cinazeyê kesê sêyemîn ê ku di Çemê Munzurê da wenda bûbû jî hat dîtin.
Cinazeyê Azad Demiralê (21) ku di 21ê Nîsanê da tevî du hevalê xwe bi otomobîlê ket Çemê Munzurê û winda bûbû di encama xebatên lêgerînê da hat dîtin.
Xebatên lêgerînê di kordînasyona Waliyê Tunceliyê Mehmet Alî Ozkan da ji hêla AFADê va hat kirin û ekîban li texma Mavîkopruyê cinaze tespît kirin.
Di encama xebatê da cinaze hat derxistin û bi ambulansê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.
Li wê derê otopsî hat kirin û derket holê ku cesed yê Azad Demiral e.
- Bûyer
Wesayîta ku Baran Aslantaş diajot di 21ê Nîsanê da li ser rêya Tuncelî û Ovacixê li taxa gundê Yoncalikê ji rê derketibû û ketibû Çemê Munzurê. Şofêr Aslantaş, Azad Demirel û Mehmet Can Demirel di çem da winda bûbûn. Li ser îxbara kesên derûdorê ekîbên ambulans, AFAD, cendirme û yên Komeleya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Munzurê sewqî cihê bûyerê kiribûn û li herêmê xebatên lêgerînê dest pê kiribûn. Cinazê Baran Aslantaş di 6ê Gulanê da, yê Mehmet Can Demiral jî di 9ê Gulanê da hatibû dîtin.