İbrahim Toprak
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Li Batmanê ji ber êrîşa çekdarî kesek hat kuştin.
Li ser Bulwara Turgut Ozal kesekî hê jî nasnameya wî ne diyar e demançe teqand û gule li Ozgur T. (31) ket û giran birîndar bû.
Li ser hewarê polês û ekîbên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê.
Ozgur Tyê ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê digel hemû midaxeleyan bi ser xwe da nehat û can da.
Polês ji bo êrîşkarê ku reviya biqefêlin, xebatên xwe didomînin.