Tirkiye

Li Agiriyê nexweşên navnivîna ray dan

Nexweşên nikarin herin rayên xwe bidin cara ewil li mala xwe bi saya sandoqên seyar rayên xwe didin.

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Li Agiriyê nexweşên navnivîna ray dan

Ağrı

AGRI 

Li bajarê Agiriyê welatî ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an ji saet 08.00an pê va çûn ser sandoqan.

Li cihên ku ray tên dayîn polêsan welatî kontrol kirin û wisa hildan hundir.

Welatiyên ku nasnameyên xwe nîşan dan pisûle hildan û paşê rayên xwe bi kar anîn.

Îsal ji bo nexweşên li erdê ne û nikarin herin rayên xwe bidin cara ewil sindoqên seyar hatin bikaranîn, nexweşan li malên xwe rayên xwe dan.

Fevzî Demîrkolê (60) ji ber nexweşiyê girêdayê makîneya bêhnstendinê ye û nikare rabe ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Xwedê ji dewleta me razî be. Ez nexweş im, nikarim derkevim derva. Bi saya vê sîstemê min li mala xwe ray da."

Alî Demirtaşê 80 salî û jina wî Kiymet Demirtaş jî li mal rayên xwe dan û spasiya rayedaran kirin.

Li herêmê hilbijêr wê heta saet 17.00an rayên xwe bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın