02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
ANKARA
Tirkiyeyê par 205,8 ton zêr îxrac kir, di nav 5 salan da jî 800 tonî zêdetir zêr îxrac kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) dan hev, Tirkiyeyê di sala 2012an da bi 13,3 milyar dolarî 252,4 ton zêr îxrac kir, di sala 2013an da 71,9 ton, di sala 2014an da jî 77,8 ton îxrac kir. Li gor vê di sala 2013an da 3,3 milyar dolar û di sala 2014an da jî 3,2 milyar dolar dahat hat.
Ji 2015an pê va îxracata zêr zêde bûye û bi 7,4 milyar dolarî 192,4 ton zêr hatiye îxrackirin.
Tirkiyeyê par jî 205,8 ton zêr îxrac kir û 8,2 milyar dolar dahat bi dest xist.
Di navbera 2012 - 2016an da mêjera îxracata zêr:
| Sal | Îxracata zêr (ton) | dolar |
| 2012 | 252,4 | 13.344.234.972 |
| 2013 | 71,9 | 3.348.850.749 |
| 2014 | 77,8 | 3.210.804.092 |
| 2015 | 192,4 | 7.368.978.468 |
| 2016 | 205,8 | 8.247.842.689 |
| Bi tevahî | 800,3 | 35.520.710.970 |